Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha Pirtûkan a Amedê îro deriyên xwe vekirin. Ew pêşangeh dê 9 rojan berdewam bike û li gel hejmareke zêdeya weşanxaneyên seranserê Tirkiyê, piraniya weşanxaneyên Kurdî jî cihê xwe tê de digirin.

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, îro demjimêr 12.00an bi merasîmeke fermî deriyên xwe ji xwîneran re vekirin.

Li gor zanyariyên peyamnerê Rûdawê Maşallah Dekak li Amedê, li gel saziyên sivîl 160 weşanxane beşdarî pêşangehê dibin û ku 15 ji wan, weşanxaneyên Kurdî ne.

Weşanxaneyên Kurdî di wê pêşangejê de dê berhemên xwe yên di warên cuda de pêşkêşî xwîneran bikin.

Herwiha di çarçova wê pêşangehê de zêdetirî 100 panel dê bên sazkirin. Çareserkirina pirsa Kurd, pirsa nasnameya Kurdî, meseleya demokratîkbûnê, meseleyên çand, huner û dîrokê ji mijarên sereke yên wan panelan in.

Li ser folklora Kurdî jî panel hene ku kesayet û rewşenbîrê Kurd ê navdar Celîlê Celîl jî cihê xwe di wan panelan de digire.

Herwiha hejmareke nivîskar, rewşenbîr û kesayetên navdar beşdarî wan panelan dibin û bîr û boçûnên xwe derbarê wan mijaran de parve dikin.

Nivîskarên ku pirtûkên wan di pêşangehê de tên pêşkêş kirin, dê berhemên xwe bo xwîneran îmze bikin.

Ev pêşangeh di demekê de ye ku hejmareke pirtûkên derbarê dîroka Kurd û Kurdistanê de hatibûn qedexekirin û peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku pirtûkên ku dê zêdetir cihê xwe di vê pêşangehê de bigirin, ew pirtûk in ku ti qedexeyek li ser nîne û ji aliyê dadgeh û wezaretê ve hatine erêkirin.

Weşanxane û taybetî jî weşanxaneyên Kurdî, sazkirina pêşangehan bo pêşkêşkirin û gihandina berhemên xwe bo berdestê xwîneran weke derfeteke baş dîbînin.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha aşkere kir ku li gor zanyariyên rêvebererên wê pêşangehê, tê pêşbînîkirin zêdetirî 100 hezar kes serdana wê pêşangehê bikin.

Pêşangeha Amedê ji aliyê TUYABê ve tê sazkirin û dê 9 rojan berdewam bike.