Li Koyê rê nadin tîma Rûdawê ku rûmala dengdanê bike

Koye (Rûdaw) - Peyamnêrê Rûdawê li Koyê, Hadî Selîmî ragihand, heta niha tîma Rûdawê nekariye li binkeyên dengdanê amade be û rûmala dengdana taybet li vê navçeyê bike û da xuyakirin, rêgirî li Tora Medyayî ya Rûdawê tê kirin, ku rûmala proseyê bike.

 

Hadî Selîmî herwiha got: “Li gorî rênimayiyên komîsyonê em çûne vê binkeya ku ji bo medyakar û medyayan hatibû diyarkirin, daku rûmala proseyê bikin, berovajiyê salên bihorî ku li her bajarekê çend binke ji aliyê komîsyonê ve dihatin destnîşankirin, daku medyakar ji wan binkeyan ve rûmalê bikin. Me li gel rêveberê binkeyê hemahengî kir, daku em biçin nav binkeyê û dest bi rûmala xwe û weşana zindî bikin, lê belê ya ku me dît nehemahengiyek di navbera komîsyonê û wan hêzan de hebû ku ewlehiya binkeyê diparastin.”

 

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir: “Wan hêzan ne tenê nehîştin ku em li nav binkeyê proseyê rûmal bikin, lê li derve jî rê nedan ku em beşdarî weşana zindî bibin û rûmala proseya dengdanê bi awayekê zindî veguhêzin.”

 

Hadî Selîmî diyar kir, ew rêgirî ne tenê bo Rûdawê lê belê bo piraniya kanalên din jî hebûye û tenê rê bi yek du kanalên televîzyonê hatiye dank u rûmala dengdanê bikin.

 

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, aliyên pêwendîdar heta niha ti zelalkirinek li ser vê rêgiriyê nedane wan.