AP û ENEX ji bo rûmala dengdanên taybet Rûdawê dikin çavkanî

Hewlêr (Rûdaw) – Ji destpêka despêkirina dengdanên taybet ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, herdu ajansên mezin ên cîhanê Associated Pres (AP) û Komeleya Medya ya ENEXê, bi dîmenên Rûdawê prseya dengdanê vediguhezin.

 

 

Komeleya Ewropî ya Pevguhertina Nûçeyan ENEX, ku zêdetirî 50 televîzyonan lixwe digre û Rûdaw jî endamê wê ye, wek hertim ji bo bûyerên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî yên Kurdistan û Iraqê Rûdawê dike çavkaniya yekemîn, ji îro danê sibê ve bi dîmenên Rûdawê proseya dengdanên taybet ên li Herêma Kurdistanê vediguheze seranserê cîhanê.

 

 

 

Herwiha ajansa Associated Pres (AP), ku yek ji mezintirîn ajansê cîhanê ye, ji destpêka destpêkirina dengdana taybet, giringiyeke mezin dide vê proseyê û bi riya Tora Medyaya Rûdawê dîmenan vediguheze.