Galeriya wêneyan

28-09-2018
19 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Îro Înê 28ê Îlona 2018an di demjimêr 08:00 serê sibehê de dengdana taybet bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê kir û di demjimêr 18:00an de bi dawî bû.

 

Dengderên taybet ên hêzên ser bi Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge û Dezgeha Asayişê îro dengê xwe dan.

 

Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê zêdetirî 170 hezar xwediyê mafê dengdanê bûn. Li sînorê Hewlêrê 72 hezar û 653 kes, li Silêmaniyê 62 hezar 220, li Dihokê 3 hezar û 421 û li Helebce jî 2 hezar û 175 kes, mafê wan hebû ku îro deng bidin hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê.