Hewlêr (Rûdaw) – Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî ya demjimêr 18:00an de bi dawî bû. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariya dendana taybet eşkere kir.
Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê zêdetirî 170 hezar xwediyê mafê dengdanê ne, ku piraniya wan ser bi Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge û dezgeha asayişê ne.
Rêjeya beşdariyê li gor parêzgehan:
Hewlêr: %92
Silêmanî: %89
Duhok: %93
Helebce: %93
Rêjeya beşdariyê li gor navçe û nahiyeyan:
Şêxan: %96.32
Sêmêl: %95
Zaxo: %95
Germiyan: %87.5
Amêdî: %95.5
Çoman: %95
Soran: %97
Mêrgesor: %99
Tê nûkirin...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse