Komîsyon: Proseya dengdana taybet bi dawî bû

28-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Dengdana Taybet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ragihand ku di demjimêr 18:00an de proseya dengdana taybet a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bi dawî bû.

 

Komîsyona Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan diyar kir ku di demjimêr 18:00an de proseya dengdana taybet bi dawî bû û ragihand ku dê encamên dengdana taybet li gel encamên giştî yên hilbijartinan were eşkerekirin.

 

Îro 28ê Îlona 2018ê, di demjimêr 08:00 sibê dengdana taybet bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam dike.

 

Ji bo vê hilbijartina taybet zêdetirî 170 hezar xwediyê mafê dengdanê ne, ku piraniya wan ser bi Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge û dezgeha asayişê ne.

 

Di dengdana taybet de li sînorê Hewlêrê 72 hezar û 653 kes, li Silêmaniyê 62 hezar 220, li Dihokê 3 hezar û 421 û li Helebce jî 2 hezar û 175 kes xwediyê mafê dengdanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst