Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Înê 28ê Îlona 2018 di demjimêr 08:00 serê sibehî de dengdana taybet bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê kir û dengdan li binkeyên dengdanê berdewam e.

 

Dengderên taybet ên hêzên ser bi wezareta navxwe, wezareta pêşmerge û dezgeha asayişê îro dê dengê xwe bi kar bînin.

 

.....................

 

19:00

 

Rêjeya beşdariya dengdana taybet

 

Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariya dendana taybet eşkere kir.

 

Rêjeya beşdariyê li gor parêzgehan bi vî awayî ye:

 

Hewlêr: %92

 

Silêmanî: %89

 

Duhok: %93

 

Helebce: %93

 

 

...................

 

18:05

 

Komîsyon: Proseya dengdana taybet bi dawî bû

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ragihand ku di demjimêr 18:00an de proseya dengdana taybet a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bi dawî bû.


Komîsyonê herwiha ragihand ku dê encamên dengdana taybet li gel encamên giştî yên hilbijartinan were eşkerekirin.

 

..........................

 

15:30

 

Komîsyona hilbijartinan rêjeya beşdariya dengdana taybet a heta saet 15:00 ragihand 

 

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ragihand, ku rêjeya beşdarîbûn a dengderan heta demjimêr 15:00a ji sedî 80 bûye.

 

Daxuyaniya dawîn a komîsyonê li ser rêjeya beşdarbûna dengderên taybet ên li parêzgehên Kurdistanê:

 

Li Hewlêrê heta demjimêr 15:00a rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye ji %77.

 

Li Dihokê heta demjimêr 15:00a rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye ji %80.

 

Li Helebceyê heta demjimêr 15:00a rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye ji %88.3.

 

 

....................

14:04

 

Komîsyona hilbijartinan rêjeya beşdariya dengdana taybet a heta saet 12:00 ragihand

 

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Hindirên Mihemed rêjeya beşdarîbûn a dengderan heta demjimêr 12:00ê nîvro aşkere kir.

Hindirên Mihemed diyar kiriye, Li gorî amarên wan rêjeya beşdariyê di dengdana taybet de li seranserê Herêma Kurdistanê bi giştî ji %50ê derbas kiriye.

 

Rêjeya beşdariya di dengdana taybet de li her 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê li gorî komîsyonê bi vî awayî ye:

 

Silêmanî: Rêjeya beşdarîbûna dengderan gihîştiye ji %56a.

 

Hewlêr: Rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye  %50.

 

Duhok: Rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye %59.

 

Helebce: Rêjeya beşdarîbûn a dengderan gihîştiye %60.

 

...........................

 

13: 52

 

Zêdetirî %80 dengderên Helebceyê deng dane

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, rêjeya dengdanê di dengdana taybet de li sînorê parêzgeha Helebceyê zêde ye û heta saet 14:00ê piştî nîvro gihîştiye zêdetirî %81.

 

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir: “Heta demjimêr 14:00 ji 2 hezar û 175 dengderên sînorê Helebceyê, 1 hezar û 765 kesan dengê xwe bikar anîn, ku dike %81.3 dengderên taybet li vê parêzgehê.”

 

..............................

 

12:00 PM

 

Li Koyê êrişî dengderên PDKê kirin

 

Berpirsê Navçeya Partiya Demokrata Kurdistanê  li navçeya Koyê, Çeto Hesen ragihand, êrişî me kirin û rê nedane dengderên me ku bi şêweyekî azad dengê xwe bidin.

 

Çeto Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Îro Înê 29ê Îlona 2018 ku proseya dengdana taybet dest pê kir û binke hatin vekirin, em jî weke lijneya navçeya Koyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê, me komek pêşmerge hene li baregeha navçeyê ku ser bi yekîneyên Zêrevaniyê ne û pêştir dengdana wan li sînorê Liqa 24 a Şeqlawe bûye û niha jî li Koyê deng didin, piştî ku yek ji wan çûye daku deng bide, lê komek efserên serbazî û asayişê hincetan digirin û pisûleya dengdanê jê werdigrin û didirînin û wî li binkeya dengdanê dikin derê û sivikatiyê pê dikin.”

 

.................................

 

11:40

 

Li Koyê rê nadin tîma Rûdawê ku rûmala dengdanê bike

 

Peyamnêrê Rûdawê li Koyê, Hadî Selîmî ragihand, heta niha tîma Rûdawê nekariye li binkeyên dengdanê amade be û rûmala dengdana taybet li vê navçeyê bike û da xuyakirin, rêgirî li Tora Medyayî ya Rûdawê tê kirin, ku rûmala proseyê bike.

 

Hadî Selîmî herwiha got: “Li gorî rênimayiyên komîsyonê em çûne vê binkeya ku ji bo medyakar û medyayan hatibû diyarkirin, daku rûmala proseyê bikin, berovajiyê salên bihorî ku li her bajarekê çend binke ji aliyê komîsyonê ve dihatin destnîşankirin, daku medyakar ji wan binkeyan ve rûmalê bikin. Me li gel rêveberê binkeyê hemahengî kir, daku em biçin nav binkeyê û dest bi rûmala xwe û weşana zindî bikin, lê belê ya ku me dît nehemahengiyek di navbera komîsyonê û wan hêzan de hebû ku ewlehiya binkeyê diparastin.”

 

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir: “Wan hêzan ne tenê nehîştin ku em li nav binkeyê proseyê rûmal bikin, lê li derve jî rê nedan ku em beşdarî weşana zindî bibin û rûmala proseya dengdanê bi awayekê zindî veguhêzin.”

 

Hadî Selîmî diyar kir, ew rêgirî ne tenê bo Rûdawê lê belê bo piraniya kanalên din jî hebûye û tenê rê bi yek du kanalên televîzyonê hatiye dank u rûmala dengdanê bikin.

 

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, aliyên pêwendîdar heta niha ti zelalkirinek li ser vê rêgiriyê nedane wan.

 

..................................

 

11:11 AM 

 

Mensûr Barzanî dengê xwe da

 

 

Fermandeyê Leşkerê Taybet ê Gulanê, Mensûr Barzanî li devera Sihêla li gel beşek ji hêzên pêşmerge yên li vî sînorî li binkeyeke dengdanê amade bû û dengê xwe bi kar anî.

 

....................................

 

10:48 AM

 

Peyamnêrê Rûdawê li Helebceyê ragihand, heta demjimêr 10:00 ji 2 hezar û 175 dengderên taybet, 580 kesan dengê xwe dane.

 

...................................

 

10:42 AM

 

Fermandeyê Pêşmerge ji Hêza Piştevaniya Yek, Lîwa Qehar Doskî ragihand: Tenê di binkeyeke dengdanê navê 150 dengderan nehatiye.

 

...................................

 

10:30 AM

 

Cîhan bi rêya rûmala Rûdawê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dişopîne

 

 

Li gel destpêkirina proseya dengdana taybet a ji bo hilbiajrtinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê, ajansên mezin ên nûçeyan ên cîhanê dîmenên birêveçûna proseya hilbijartinan ji ekrana Rûdawê werdigirin û rûmala Rûdawê bûye çavkaniya zanyariyê bo wan ajansên cîhanî.

 

Ajansa mezin û navdar a cîhanî AP û komeleya medyayî ya ENEX ku Tora Medyayî ya Rûdawê jî endam û hevbeşê vê komeleya medyayî ye, gelek giringî bi hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê didin û bo nûçeyên derbarê hilbijartinên Kurdistanê pişa xwe bi rûmala Rûdawê girêdane.

 

Herwiha hejmarek ji kanal û ajansên din ên cîhanê jî weke kanala Aljazeera, ji îro serê sibehî ve du logo li ser ekranên wan derdikevin, ku yek logoya wan bi xwe û ya din jî logoya Rûdawê ye.

 

.................................

 

08:00 AM

 

Dengdana taybet li seranserê Herêma Kurdistanê dest pê kir

 

Li her çar parêzgehên Silêmanî, Helebce, Hewlêr û Duhokê proseya dengdana taybet a ji bo hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê dest pê kir.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ragihandiye, hejmara kesên ku dê di hilbijartinên xûla pêncem a parlamentoya Kurdistanê dê beşdarî dengdana taybet bibin, 170 hezar û 468 kes e û dê li 99 binkeyên dengdanê dengê xwe bidin.

 

 
Peyamnêrê Rûdawê li Akrê Eyûb Nisrî ragihand, li Akrê 2 hezar û 963 kesan mafê beşdarîkirinê di dengdana taybet de hene û her ji demjimêr 08:00 îro serê sibehî ve navendên dengdanê qerebalix in.
 

 

Herwiha peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Saman Beşaretî jî ragihand, ku li bajarê Silêmaniyê 37 binkeyên dengdanê hatine vekirin û 62 hezar û 220 kes mafê dengdanê hene û her ji îro serê sibehî ve ku di demjimêr 08:00 de dengdana taybet dest pê kir, hejmareke zêde ya dengderan li ber deriyê navendên dengdanê ketine rêzê, daku dengê xwe bikar bînin.

 

 

Peyamnêrê Rûdawê li Çemçemlê Hîwa Husamedîn jî diyar kir, li sînorê Çemçemlê du binkeyên dengdanê ji bo dengdana taybet hatine vekirin û zêdetir ji 3 hezar kesan jî mafê dengdanê hene.


 

Peyamnêrê Rûdawê li Koyê, Hadî Selîmî derbarê birêveçûna proseya dengdana taybet li vê navçeyê de da xuyakirin, li Koyê sê binkeyên dengdanê bo birêveçûna dengdana taybet hatine danîn û li sînorê vê navçeyê jî 7 hezar û 15 kesan mafê beşdarîkirina di dengdana taybet de hene.

 

Hadî Selîmî dibêje, ji demjimêr 07:00ê serê sibehî ve hemû amadekariyên pêwîst bo birêveçûna proseya dengdanê hatine bidawîkirin û hejmareke zêde ya dengderan jî li ber deriyê binkeyên dengdanê amade bûne, daku her di destpêka proseyê de mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin.


 

 

Peyamnêrê Rûdawê li Zaxoyê, Yûsif Mûsa jî diyar kir, li sînorê navçeya Zaxo jî di proseya dengdana taybet a bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de 8 hezar û 600 kesan mafê dengdanê hene.

 

Yûsif Mûsa got, li sînorê Zaxoyê pênc binkeyên dengdanê hene ku 25 îstgehên dengdanê li xwe digire.

 

 

Herwiha peyamnêrê Rûdawê li parêzgeha Helebceyê, Cemal Ehmed Cemîl ragihand, Helebce yekemîn car e ku weke parêzgeh tevlî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dibe û da zanîn, li sînorê parêzgeha Helebceyê, tenê navendeke dengdana taybet heye ku şeş îstgehan li xwe digire û 2 hezar û 175 kes jî dikarin dengê xwe bidin.

 


Peyamnêrê Rûdawê li navçeya Kelarê, Helo Mihemed jî diyar kir, zêdetir ji 4 hezar û 500 kesan li sînorê rêveberiya Germiyanê mafê wê yekê hene, ku beşdariyê di dengdana taybet de bikin û dengê xwe bixin nav sindoqên dengdanê.

 

 

Herwiha peymanêrê Rûdawê li navçeya Soranê, Ferhad Dolemerî jî dibêje, hemû amadekarî li sînorê Soranê bi awayekê baş hatine kirin û da xuyakirin, pênc binkeyên dengdanê li sînorê Soranê hatine vekirin û 9 hezar û 422 kesan mafê dengdanê hene.

 

Ferhad Dolemerî ragihand, li Mêrgesorê jî du binkeyên dengdanê hatine vekirin ku 3 hezar û 554 kesan li vê sînorê mafê bikaranîna dengê xwe di dengdana taybet de hene.

 

Herwiha li navçeya Çomanê jî tenê binkeyeke dengdanê hatiye vekirin û 1 hezar û 375 dengder dê li vê navçeyê beşdarî di dengdana taybet de bikin.