Jina Rojava ya qaçaxçî: YPGê gumrikê ji me distîne
Sihêla (Rûdaw)- Diya Omer û çend jinên gundê wê di hefteyekê de sê rojan, sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê bi qaçaxî dibirin daku berhemên ajel û mirîşkên xwe li gundên Başûrê Kurdistanê bifroşin û qûtê zarokên xwe pê dabîn bikin.
Ev jina 55 salî ji gundê Besta Swîs e ku 30 kîlometran ji bajarê Dêrikê dûr e. Diya Omer her roj hêkên mirîşkan, qeymax, rûnê ajelan, jajî, penîr, mirîşk û dîkên xwe û şêniyên gundê xwe dicivîne û bi çend jinên gundê xwe re, bi şev siwarî otomobîlekê dibin û tên ba sînor û bi qaçaxî sînor dibirin û berhemên xwe li Başûr difroşin.
Diya Omer behsa derbaskirina sînor dike û dibêje: “Li ser sînor şervanên YPGê me dibînin, piştî lêgerînê eger tişt ne pir bin, gumrikeke kêm ji me werdigirin, lê eger wek mînak 20 kîlo qeymax bi min re bin, li ser her kîloyekê 500 dînaran ji me werdigirin û ji nû ve dihêlin em herin.”
Piştî derbasbûna ji şervanên YPGê, dora pêşmergeyên ku nobedariya sînor dikin tê. Diya Omer dibêje: “Em hewl didin rêyekê bibînin ku nobedarên sînor lê nebin. Carina ew me dibînin, lê dizanin em ne bazirgan in û deng nakin.”
Lê hemû ne wiha ne. Diya Omer dibêje: “Hinek nobedarên sînor pir tund in bi me re, ku me dibînin me digrin û tiştên me ji me distînin. Divê em çend rojan herin baregaha lîwaya pasevanên sînor û bên, heta tiştên me didin me.”
Piştî du saetan ji çûnê û birîna sînor, xema firotina berheman destpê dike. Diya Omer dibêje: “Dema em sînor derbas dikin, em diçin navçeya Sihêla û Zumarê. Li wir em li pêşiya dikanan rûdinin û çavê me li wan mirovan e ku di wir re derbas dibin da ku tiştên me bikrin. Eger kiryarên me nebûn, em neçar in tiştên xwe bi erzanî bifroşin dikandaran.”
Diya Omer û jinên din 5 hêkên mirîşkên xwecihî bi hezar dînarî difroşin, kîloyek qeymax bi 11 hezar dînar, kîloyek rûnê ajelan bi 12 hezar dînar, kîloyek penîr û jajî bi 3-4 hezar dînar, mirîşk û dîkên xwecihî jî bi 10-15 hezar dînarî difroşin.
Sê kur û du keçên Diya Omer hene, lê ew çavkaniya debara malbata xwe ye: “Du kurên min ku yek ji wan endezyarê petrolê bû, ji tirsa leşkeriya PYDê ya neçarî ji Rojavayê Kurdistanê reviyan û hatin Herêma Kurdistanê û ji wir jî çûne Ewropayê. Herwiha kurekî min ku temenê wî 18 sal e, ji tirsa leşkeriya PYDê ya neçarî newêre ji mal derkeve, lewma ez neçar im vî karî bikim.”
Derbarê keçên xwe jî, Diya Omer dibêje: “Yekê ji wan heta şeşê amadeyî xwend, ya din heta sêyê navendî. Lê ji ber hejariyê nikarîbûn xwendina xwe bidomînin.”
Li gor gotina Diya Omer, heta niha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sê caran kelûmel li ser şêniyên gundê wê belav kiriye, lê dibêje alîkarî nagihe kesên hêjayî wê: “Beriya hefteyekê cilûberg li ser 27 malbatên hejar belav kirin, lê hin malbatan ew cil wergirtin ku deraseyên wan hene, lê em pir hejar in belê em ne heval in, nadin me. Her car ji me re dibêjin navê tê de nîne!”