Kurdan li Bakur Kurdistanê dibistanên tirkî baykot kirin

Amed (Rûdaw) - Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm-Senê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi sedan hezar zarokên kurd dibistanên tirkî boykot kirin. Malbatên ku perwerdehiya bi kurdî dixwazin dê heta heftiyekî zarokên xwe neşînin dibistanan.

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro 28ê Îlonê sala nû ya perwerde û hîndekariyê destpêkir. Lê li ser banga KCD, Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm-Senê û PAKê ya ji bo zimanê zikmakî baykotkirina perwerde û hinardekariyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan man vale.

 

Kurdan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê zarokên xwe neşandin dibistanan.

 

Ji ber ku perwerdehiya bi zimanê kurdî  qedexe ye,  zarokên kurd xwendin û nivîsandina bi kurdî nizanin. Malbatên wan di roja boykota dibistanên tirkî de kurdî hînê wan dikin.

 

Piraniya malbatan ji perwerdehiya bi tirkî bi gazinc in û dixwazin êdî perwerdehî bi kurdî bê dayîn.

 

PAKê amaje kiribû ku kurd dikarin di “dersa hilbijartinê de” kurdî hilbijêrin û wê yekê ji bo fêrbûna zimanê dayîkê bikin fersend.

 

Kongreya Civaka Demokratîk KCDê û Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî banga boykotkirina dibistanên tirkî li kurdan kiribû. Li ser vê bangê bi sed hezaran malbat zarokên xwe neşandin dibistanê.