HPGyê nasnameya 3 gerîlayên din jî eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG), nasnameyên 3 gerîlayên ku li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser her sê gerîlayên ku di demên cuda de li Wan û herêma Botanê canê xwe ji dest daye daxuyaniyek belav kir.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:

Eylem Stêrk: Navê wê yê fermî Meryem Onur e û ew ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Sozdar Evîn: Navê wê yê fermî Betul Aydine û ew ji bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Armanc Devrîm: Navê wê yê fermî Hacer Tekîn e û ew ji bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Eylem Stêrk û Sozdar Evînê di navbera 30-31 Tîrmeha 2024an li herêma Botanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, Armanc Devrîmê jî 12ê Tebaxa 2024an li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Eylem Stêrk 2014an, Sozdar Evîn û Armanc Devrîm jî 2015an tevlî refên gerîlayan bûne.
 
Li aliyê din, Hêzên Parastina Gel (HPG) doh jî nasnameya 3 gerîlayên ku 27ê Tebaxa 2021ê li Metînayê canê xwe ji dest dabû eşkere kiribû.