Şkence li zarok hatibû kirin: Dê û bavê wî hatin girtin

28-08-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Zarok Şkence Bav Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê dê û bavê ku şkence li zarokê xwe kiriye hatin girtin.

Li gundê Deriyê Meşîkanayê yê Mêrdînê kesên ku di ber avahiyeke vala re derbas bûne qêrîna zarokekî bihîstiye.

Dema çûne nava wê avahiyê, wan zarokekî biçûk ditîye ku dest û lingên wî bi kelemçeyên plastîk hatine girêdan û şkence lê hatiye kirin.

Wan di cih de dest û lingên wî vekirine û zarok ji avahiyê derxistiye.

Tam di wê demê de dêya ku navê wê nehatiye zanîn û bavê zarokê yê bi navê H.A. yê 35 salî xwest ji ber welatiyan birevin lê xelkê êrişî wan kir.

Xelkê tê derxistiye ku li ser laş û serê wî zarokî şopên lêdan û şkenceyê hene û zarok tî û birçî ye.

Wan nan û av daye zarokê şkencedîtî û xeber daye polîsan.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Hatin girtin

Dê û bav ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Polîsan piştî wergirtina îfadeyan jin û mêrên desteserkirî birin dadgehê.

Dê û bav ji ber ku şkence li zarokê xwe kiriye bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li gorî agahiyan, piştî dermankirinê zarok dê radestî Rêveberiya Xizmetên Malbatê û Civakî ya Mêrdînê bê kirin.

Hat zanîn dê û bavê ku şkence li zarokê xwe kiriye ji Sûriyeyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst