Riha - Ciwanê 16 salî di Çemê Feratê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî 16 salî ket Çemê Feratê û xeniqî.

Li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Bêrecûkê ciwanê bi navê Mehmet Baran Çopur ji bo ku xwe hênik bike ket Çemê Feratê û li ber avê çû.

Li ser agahdarkirina xelkê derdorê polîs û tîmên binavger û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama lêgerinê de termê ciwanê 16 salî ji avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê Mehmet Baran Çopur ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.