ERZIROM - Agir bi daristanê ket: Kê pê xist?

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îspîrê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket ku di nav de zeviyên çandiniyê û darên fêkiyan jî hene.

Li navçeya Îspîrê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyên çandiniyê û darên fêkiyan ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên şaredariyê çûne cihê bûyerê.

Piştî çend demjimêran bi alîkariya welatiyên derdorê agir hat vemirandin û kar û xebatên sarkirinê hatin destpêkirin.

Mixtarê gundekî derdora daristanê îdia kir, kesekî ku mêşvaniyê dike agir bi zeviyê xistiye û paşê agir belav bûye.

Hat diyarkirin ku derbarê wî kesî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hatiye ragihandin ku di encama agir de nêzîkî 25 donim zevî şewitiye lê zerer negihiştiye darên fêkiyan.