HPG: Me li Zapê çalakiyên hewayî li dar xistin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîlayan li Zapê 2 çalakiyên hewayî kirine.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, ev çalakî di navbera 18 û 24ê Tebaxê de li rojavayê Zapê hatine kirin.

Hat ragihandin ku 2 baregehên Tirkiyeyê bûne hedef û leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

HPGyê diyar kir ku 3 çeper û kamerayeke mobesse jî hatine îmhakirin.

Dîmenên çalakiyan bi rêya Gerîla TVyê hatin belavkirin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) hefteya borî jî amarên çalakiyên hewayî ragihandibûn.