Balyozxaneya Brîtanyayê Rûdaw pîroz kir

28-08-2024
RÛDAW
Nîşan Balyozxaneyê Brîtanyayê ya Bexdayê Xelatên Stevieyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozxaneya Brîtanyayê ya Bexdayê, ji ber xelatkirina Rûdawê û Bernameya Perwerdeya Jinan a UNFPAyê ya di beşa “Berpirsyariya Civakî – Bernameya Salê” ya xelatên Stevieyê de, pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

Balyozxaneyê Brîtanyayê ya Bexdayê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de pesnê serkeftina mezin a Rûdawê di xelatên zêrîn ên Stevieyê de da.

Balyozxaneyê di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî da de got:

“Em bi serbilindî radigihînin ku Bernameya Perwerdeya Jinan a Rûdaw & UNFPAyê ku ji aliyê Brîtanyayê ve tê fînansekirin, di xelatên Stevie yên îsal de di kategoriya Berpirsiyariya Civakî - Bernameya Salê de hat naskirin.”

Gelek saziyên neteweyî û navneteweyî ji bo wergirtina Xelatên Stevieyê yên 2024an bi belgefîlma “Salek Şer” Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.

Belgefîlma Rûdawê bi navê “Salek Şer” û projeya hevbeş a Rûdawê û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) bi wergirtina sê xelatên Stevieyê, serkeftineke cîhanî bi dest xist.

Xelatên Stevieyê ku ji ber xebatên wan ên girîng bi saziyên medyayî yên navneteweyî tên dayîn, wekî xelateke bi prestîj û hêja tê zanîn.

Rêxistinên wekî CNN, NBC, Al Jazeera û Bloombergê berê Xelatên Stevieyê wergirtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst