ERZIROM - Herêma Pîşesaziyê sûdê ji rojê werdigire

28-08-2024
RÛDAW
Herêma Pîşesaziyê ya Erziromê/Wêne: AA
Herêma Pîşesaziyê ya Erziromê/Wêne: AA
Nîşan Erzirom Enerjiya Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Pîşesaziyê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê ji enerjiya rojê elektrîk tê çêkirin.

Li herêmê 17 kompanyayan bi rêya enerjiya rojê ya berhemanîna elektrîkê mesrefa berhemanînê kêm kiriye.

Rêveberê Herêma Pîşesaziyê ya Erziromê Îhsan Ateş li ser bikaranîna enerjiya rojê got:

“Niha bikaranîna elektrîka mehane ya Rêveberiya Herêma Pîşesaziyê nêzîkî sê milyon kîlowatt elektrîk e.

Milyonek û 500 hezar kîlowatt elektrîk jî di demjimêrekê de ji Santrala Elektrîka Rojê tê.

Mehane nêzîkî 5 mîlyon û nîv heta 6 milyon lîre teserûf tê kirin.”

Xwedî pîşe û xwediyên kargehan ku li herêma pîşesaziyê dixebitin, salane nêzîkî ji sedî 40ê wê elektrîka ku di berhemanînê de bi kar tînin ji enerjiya rojê dabîn dikin.

“Em sûdê ji rojê wernegirin, ji çi wergirin?”

Xwediyê kargeheke herêmê Osman Boz jî anî ziman:

“Mesref her çi qas be, bi nerîna min divê tekez di vî warî de sermayeguzarî were kirin.

Eger em sûdê ji rojê wernegirin, ji çi wergirin?

Îro maqûltirîn û sadetirîn tişt ku sermayeguzarî tê de were kirin, sûdwergirtina ji enerjiya rojê.”

Li gorî amarên Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê, sala 2023yan ji sedî 36.3yê elektrîkê ji komirê, ji sedî 21.4 ji gaza xwezayî, ji sedî 19.6 ji enerjiya hîdrolîk, ji sedî 10.4 ji ba, ji sedî 5.7 ji enerjiya rojê, ji sedî 3.4 ji enerjiya germahiya zeviyê û ji sedî 3.2yê elektrîkê jî ji çavkaniyên din hatiye berhemanîn.

Heta dawiya meha Tîrmehê, asta berhemanîna elektrîkê gihiştiye 112 hezar û 999 megawattan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst