Karsazên Kurd ji bo Narînê seferber bûn: Xelat heye

Hewlêr (Rûdaw) - Du karsazên Kurd ên Amedî û Mûşî ragihand kesên ku cihê Narîn Gurana winda bibêjin dê 5 milyon lîre wekî xelat bidin wan.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Karsazê Amedî Dara Atîlla Aras û karsazê Mûşî Sabir Toktaş ji bo Narîna winda ketin seferberiyê.

Yê ku cihê Narînê bibîne an cihê ku lê ye bibêje dê 5 milyon lîre wekî xelat bidin wî.

5 milyon lîre xelat heye

Dara Atîlla Aras li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û wiha got:

“Derbarê keça me ya winda Narînê min bi hevalê xwe yê karsaz Sebir beg (Sabir Toktaş) re hevdîtin kir.

Kesê ku keça me ya zarok bibîne an jî cihê wê bibêje me biryar da ku em xelat bidin wî.

Me 5 milyon lîre wekî xelat destnîşan kir. Me xwest em vê yekê bi we re parve bikin.

Li ser dayîna pere jî ez dixwazim vê yekê wiha diyar bikim.

Kesên ku keça me bibîne, eger zarokê bi saxlemî radestî malbata wê bike an radestî saziyeke guncaw a dewletê bike, eger bixwaze li pêş raya giştî ya Tirkiyeyê an bi dest an jî bi rêya EFTyê (hewale) bi awayê ku me soz daye em dê pere bidin wan.”

Narîn Gurana 8 salî roja 21ê Tebaxê saet 15:00an ji kursê derketiye û careke din ti agahî jê nehatine wergirtin.

Heta niha xebatên lêgerînê bê navber berdewam dikin.

Kesek hat desteserkirin

Li hêla din, di roja 8an a lêgerîna wê de kesek hat desteserkirin lê hîn nasnameya wî nehatiye eşkerekirin.