Li Qamişloyê êriş!

28-08-2024
Nîşan Qamişlo Êriş Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navenda bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Li gorî agahiyan, êrişê li Taxa Enteriyê rû daye.

Dîmen û wêneyên êrişê li ser torên civakî hatin belavkirin.

Heta niha li ser ziyanên êrişê ti agahî nehatine belavkirin.

Li gorî nûçeya SOHRê, êriş li nêzîkî Naxweşxaneya Çavan hatiye kirin.

Li gorî agahiyên SOHRê, jinek û kurê wê hatine kuştin û otomobîl bi temamî şewitiye.

Navê dayikê Xalide Mihemed Şerêf e û 45 salî ye û navê kurê wê Hejar Ednan Silêman e û 24 salî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst