Gule li Serokê Şaredariya Şêxanê reşandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navenda qezaya Şêxanê ya Dihokê gule li Serokê Şaredariyê hatin reşandin.

Serokê Şaredariya Şêxanê Xalîd Nermo li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ez di nava otomobîla xwe de bûm, gule li min hatin reşandin.

Çend gule li otomobîlê ketin lê ez bi silamet im.”

Xalîd Nermo da zanîn ku ew êrişkar nas nake.

Li gorî agahiyên ku ji Rûdawê re hatine, êrişkar heta niha nehatiye desteserkirin.