2 rojnameger hatibûn kuştin, Tirkiyeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) ragihand ku Gulistan Tara di êrişa wan de hatiye kuştin.

Tirkiyeyê 23yê Tebaxê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir.

Hat ragihandin ku di vê êrişê de rojnamegerên jin ên bi navên Hêro Bahadîn û Gulistan Tara canê xwe ji dest daye.

MÎTê îdia kir ku Gulistan Tarayê bi fermana Murat Karayilan li ser navê PKKyê xebat dimeşandin.

MÎTê angaşt kir ku Gulistan Tarayê ev xebatên xwe bi piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kirine.

Çi hatibû gotin?

Li gorî agahiyên ku ketibûn destê Rûdawê, êrişî rojnamegerên STÊRK TVyê hatibû kirin.

STÊRK TVyê jî di weşana xwe ya zindî de wiha gotibû.

“Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê êrişî rojnamegeran kir.

Di encamê de 2 rojnameger şehîd ketin, 6 rojnameger jî birîndar bûn.”

Avahiya sereke ya STÊRK TVyê li Ewropayê ye lê Silêmaniyê jî ofîsekê wê heye.

Ofîsa li Silêmaniyê di bin banê Kompanyayê Çetrê ya ragihandinê ye.

Birevebirê Çetrê Kemal Hemereza da zanîn ku Hêro Bahadîn 6 salan li cem wan xebitiye û ji Silêmaniyê ye û Gulistan Tara jî ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye.

 Kemal Hemereza da zanîn ku di vê êrişê de rojnamegerekî bi navê Rêbîn jî birîndar bûye û li pey çû:

"Ew rojnameger bûn, bi ti awayî pêwendiya wan bi siyasetê re nebû."

"Em bi dijwarî şermezar dikin"

“Rojnameger li derveyî şer in”

Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Karwan Enwer jî êriş şermezar kir û got:

"Em hemû êrişên li ser rojnamegeran bi dijwarî şermezar dikin çimkî rojnameger li gorî hemû pîverên cihanî ji hemû krîzan xalî ne û li derveyî şer in."