AMED - Li ser Narîna winda daxuyanî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê Selçuk Yildirim li ser Narîna winda daxuyaniyek da.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Herî dawî dema ji kursa Quranê derketiye hatiye dîtin.

“Em gelekî nêzîkî encamê ne”

Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê Selçuk Yildirim ragihand ku di destê wan de delîl hene û got:

“Me gav bi gav her tişt qeyd kiriye, em gelekî nêzîkî encamê ne.

Di destê me de delîlên girîng hene, em dê wî bibînin.”

Kesek hat desteserkirin

Li hêla din, di roja 8an a lêgerîna wê de kesek hat desteserkirin lê hîn nasnameya wî nehatiye eşkerekirin.