Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li Metînayê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Çekdar Xelîla, Botan Sêgirkê û Ozgur Tolhildan 27ê Tebaxa 2021ê li Metînayê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Çekdar Xelîla: Navê wî fermî Omer Salgur e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Botan Sêgirkê: Navê wî yê fermî Sadik Guvercîn e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Ozgur Tolhildan: Navê wî yê fermî Ehmed Muhammed e û ew ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî daxuyaniyê, Çekdar Xelîla sala 2014an û Botan Sêgirkê jî sala 2013an tevî refên gerîlayan bûye.

HPGyê diyar kir ku Ozgur Tolhildan li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê mezin bûye û ji wê derê berê xwe daye çiyê.