Odeya Bijîşkan a Amedê bangî Fahrettîn Koca kir: Kurdî li sîstema e-Reçetemê zêde bikin

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan Odeya Bijîşkan a Amedê e-reçetem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Bijîşkan a Amedê bi daxuyaniyekê ji Wezîrê Tenduristiyê ya Tirkiyeyê xwest ku Kurdî jî li ser sîstema e-Reçetemê (reçeteya elektronîk) zêde bike.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, hefteya borî 5 zimanên cuda li sîstema “e-Reçetem”ê zêde kirin lê cih neda Kurdî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ku bi xwe jî Kurd e ragihand, li sîstema e-Reçetemê 5 ziman hatine zêdekirin û got:

“Zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin.

Zimanên ku pêvajoya ceribandina wan di sîstema e-Reçetemê de bi dawî bûne, dest bi xizmetê kir.”

Nebûna Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê de bû sedema nerazîbûnan

Odeya Bijîşkan a Amedê li ser mijarê got:

“Herçiqasî amarên zelal nebin jî, li herêma me ji her 4 kesan 1 (piranî jin) ji bilî Kurdî zimanekî din nizanin (nêzîkî 4 milyon welatî).

Bi salan e di wergirtina xizmetên hikûmî de mafê bikaranîna zimanê dayikê yê welatiyan hatiye piştguhkirin.”

Odeya Bijîşkan a Amedê destnîşan kir ku eger bijîşk û nexweş ji hev fem nekin zanyariyên nexweşiyê jî bi başî nayên wergirtin û dermankirina nexweşan zehmet dibe.

Odeya Bijîşkan a Amedê herwiha got:

“Wergirtina xizmeta tenduristiya hikûmî bi zimanê dayikê mafê mirovan ê gerdûnî ye.

Ev ne rewşeke bijardeyî ye, neçarî ye. Ji ber ku dema mirov ziman nizanibe, nikare derdê xwe bîne zanîn.”

Odeya Bijîşkan a Amedê bangî Fahrettîn Koca kir û got:

“Ne bi helwestên siyasî, li gor nasnameya bijîşkî û nirxên hiqûqa gerdûnî tev bigere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst