ERZIROM - Karmendên 2 kompanyayên otobûsan bi çek û kêran bi hev ketin

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Pevçûna Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erziromê karmendên 2 kompanyayên otobûsan bi çek û kêran bi hev ketin.

Karmendên 2 kompanyayên otobûsên ku di navbera Îdir-Erziromê de rêwiyan dibin û tînin, li Erziromê pev çûn û bi çek û kêran êrişî hev kir.

Hat diyarkirin ku her du grûp ji ber mişteriyan pev çûne.

Pevçûnê li ber Zanîngeha Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Erziromê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Di pevçûna bi çek û kêran de 2 kes birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîman her du birîndar birin nexweşxaneyê.

Herwiha 10 kes ji ber ku pev çûne hatin desteserkirin û polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst