Leşkerekî Bedlîsî li Zap-Avaşînê mir

28-08-2023
Nîşan Zap-Avaşîn Başûrê Kurdistanê Leşker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Zap-Avaşînê leşkerekî wan miriye.

Wezaretê da zanîn ku ev leşker, li herêma Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê miriye.

Wezaretê destnîşan kir navê leşkerê wan ku ê miriye Bunyamîn Barlik e.

Ji Bedlîsê ye

Herwiha hat destnîşankirin ku Bunyamîn Barlik, ji parêzga Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Bunyamîn Barlik piştî ku şemitiye “ketiye û miriye”.

Li aliyê din, li Zap-Avaşînê doh leşkerek hatibû kuştin û pêr jî leşkerekî din hatibû kuştin.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst