Li Dîlokê bûyera trafîkê: Miriyek, 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Rewşa tenduristiyê ya birîndarekî xirab e.

Her du otomobîl, li ser rêya di navbera parêzgehên Dîlok û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê de li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrê bi navê Necdet Yimaz canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar rakirin nexweşxaneyên li Dîlokê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndarekî xirab e.