RIHA – Baranê 12 salî ji traktorê ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokek ji traktorê ket xwarê û mir.

Li Taxa Kosecîkê ya Rihayê Baran K. (12) ji traktorê ket û giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê zarokê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Baranê 12 salî li gel hemû hewldanên bijîşkan jî canê xwe ji dest da.

Ekîban, cenazeyê Baran şand Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Li aliyên din, plakaya traktorê û nasnameya şofêrê wê hîn nediyar in.