Li Qamişloyê elektrîk biha dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bihayê elektirîka jeneratoran tê zêdekirin.

Ev çend meh bûn her ampereke jeneratoran 9 hezar lîreyên Sûrî bû lê niha bi biryarekê Rêveberiya Xweser biha dibe.

Komîteya Jeneratoran a Şaredariya Qamişloyê û Odeya Pîşesazî û Yekîtiya Jeneratoran civiyan.

Komîteyê ji bo diyarîkirina nirxekî nû yê ampêran gotûbêj kirin.

Xwediyê jeneratoran xwestibûn ku nirxê elektrîka jeneratoran bê zêdekirin.

Ji Qamişloyê berpirsekî şopandina karê jeneratoran got ku di wê civînê de biryar hatiye dayîn ku di çend rojên bê de nirxekî nû ji bo elektrîka jeneratoran re bê diyarkirin.

Herwiha wî berpirsî da zanîn ku dê bihayê her amperekê bi awayekî ku ji 90 centên Amerîkî ne zêde be bê diyarkirin.

Desteya Rêveberiya Xwecihî, 6ê Hezîranê nirxê amperekî jeneratoran ji 8 hezar lîreyên Sûrî kiribû 9 hezar lîre.