YNK dê sîstema hevserokatiyê betal bike

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Yekşemê li ser hilweşandina sîstema hevserokatiyê, diyarkirina cîgirê serokê partiyê û çend mijarên din dicive. Her wiha ew biryar û pêşniyarên piştî 8ê Tîrmehê di civîna YNKê de hatine dayîn jî dê bên sererastkirin û tê plankirin ku endamên nû li şûna kesên hatine dûrxistin werine erkdarkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Bextiyar ji Silêmaniyê ragihand, îro Yekşemê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî rewşa partiyê dicive.

Li gorî çend endamên Encûmena Serkirdayetiyê û berpirsên pilebilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), pirsa hilweşandina sîstema hevserokatiyê û pêkanîna sîstema serokatiyê û cîgirê serok dê biryar were dayîn.

Di heman civînê de, dê li şûna çend endamên encûmena serkirdayetiyê ku hatibûn dûrxistin endamên nû werine erkdarkirin. Her wiha dê hejmara endamên desteya kargêrî ya Ofîsa Siyasî ya YNKê jî were zêdekirin.

Biryar e Feysel Kerîm Xan Biradostî û Qubad Talebanî bibin endamên nû yên Komîteya Kargêrî ya Ofîsa Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK).