Firokeyên Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê duh bi şev di demjimêr 22:00an de Rêzeçiyayên Metînê yê girêdayî navçeya Dêrelûkê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Welatiyekî wê deverê Fayiq Belaveyî ji Rûdawê re ragihand, “Herêma nêzîkî gundên Sigêrê, Sergelê û Belaveyê zêdeyî mehekê ye car caran tê bombebarankirin lê sivîl li herêmê nemane.”

Sûra Sigêrê lûtkeyekî Rêzeçiyayên Metînê ye li nêzîkî gundê Sigêrê ya nahyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê ye. Di 24ê meha borî de xaleke kontrolê ya artêşa Tirkiyê li wir hatibû avakirin, ew cihên ku hatine bombebarankirin nêzikî wê xalê ne.