QERS - Demsala penêrê helandî dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundên navçeyên Zarûşad û Cilawûzê yên Qersê ya Bakurê Kurdistanê, bi nêzîkbûna zivistanê re geremola penêrê helandî yê ku ji şîrê mangeyan çêdibe û zêdetir zivistanê tê xwarin destpê kiriye.

Her çiqas ajeldarî zehmet be jî teknolojiyê hinekî karê jinan hêsan kiriye, lewra mangeyan bi makîneyan didoşin û paşê bi makîneya şîr to û şîr ji hev diqetînin.

Ajeldar Murvet Şeyhan dibêje “Em şîr didoşin û li makîneyê dixin. Şîr û to ji hev diqetînin. Piştre dikin beroşan û heta ku tirş dibe dimîne. Piştre em tifika xwe pêdixin û dikelînin.”

Penêrên ku tên amadekirin piştî xwêkirin û ji hev kirinê yan dikin çermê pez û yan jî debiyan û ji bo xwarinê amade dikin. Jin hem pêwîstiya malê dabîn dikin hem jî ji aliyê aborî ve sûdê digihînin debara malê.

Murvet Şeyhan got jî “Piştî ku diqede em kom dikin û dişon. Piştre ta bi ta ji hev diqetînin û xwê dikin. Yê ku dikeve çerman em dikin çerman. Yê nakeve nav çerman jî em dixin nav plastîk û debiyan.”

Parêzgeha Qersê li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê navendeke girîng a ajeldariyê ye. Li gor amarên fermî sala 2021ê li Qersê 620 hezar û 660 mange û 604 hezar û 755 pez û bizin hene. Qers di hejmara ajelên mezin de li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rêza çaremîn de ye.