XANEQÎN: 24 dibistanên Kurdî hatin girtin û xwendin bi zimanê Erebî tê kirin

28-08-2022
RÛDAW
XANEQÎN: 24 dibistanên Kurdî hatin girtin û xwendin bi zimanê Erebî tê kirin
XANEQÎN: 24 dibistanên Kurdî hatin girtin û xwendin bi zimanê Erebî tê kirin
Nîşan Xaneqîn Kurdî Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê di kêmtirî 5 salan de 24 dibistanên Kurdî hatin girtin û xwendin bi zimanê Erebî tê kirin.

Kêmbûna avahiyên xwendingehan û keresteyên xwendinê, bi ser de wernegirtina xwendekarên Xaneqînî ji bo zankoyên Herêma Kurdistanê, sedema lawazbûna xwendina Kurdî ya li wî bajarî tê dîtin.

Xwendekarê pola 12an Azad Mihemed got, “Ez li dibistanekê bûm ku piraniya mamostayên min Ereb bûn ku bernameya min Kurdî bû, heger em der biçin divê em biçin Baqûbayê û herêmên başûr ku ew jî nebû divê em biçin zankoyên taybet û bi pere bixwînin.”

Ji bo vê sala xwendinê li Xaneqînê tenê 280 xwendekar bi zimanê Kurdî çûne xwendinê û piraniya xelkê zarokên xwe ji bo zimanê Erebî tomar dikin ku wisa lê hatiye polên yek, du û sê li dibistanên Kurdî nemane.

Serpereştyarê Xwendinê li Xaneqînê Ehmed Mihemed anî ziman, “Niha du avahiyên me yên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene, yên din hemû yên Hikûmeta Iraqê ne, gav bi gav Diyala hemû ji destê me girtin û kirin perwerdeya Erebî. Piştî 16 Octoberê lawaziyek di perwerdeya Kurdî de durist bû ku her ku diçe zêdetir dibe û xelk zêdetir zarokên xwe ji bo perwerdeya Erebî tomar dikin û pola yek, du û sê ya seretayî nemane.”

Nebûna zankoyê li Xaneqînê pirsgirêkeke din a li ber xwendina Kurdî ye li wî bajarî û bûye sedem ku derçûyên lîseyê berê xwe bidin zanko û peymangehên naverast û başûrê Iraqê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên perwerdeya Kurdî komîteyek şand Xaneqînê ku kêmasî destnîşan kirine û dê di civîna bê ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de li ser were axavtin.

Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan got, “Serokwezîr û cîgirê serokwezîr du karekterên bingehîn ên dewleta me ne. Di vê qonaxê de pêwîstiya me bi piştgiriya wan heye. Di hemû hevdîtinan de tişta ku min dît gilî, gazinc, xalên neyînî û erênî hemû kirine rapor û dê raporê bidine Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ez ê wê biparêzim.”

Li Xaneqînê du rêveberiyên perwerdeyê hene, her sal dezgeha perwerdehiya Iraqê piraniya pirsên ezmûnan tîne ku di heman demê de xwendina Kurdî li ser bernameya xwendinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û bûye sedem ku gelek kes zarokên xwe dişînine xwendina bi zimanê Erebî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst