Berhema bacanên sor li Hesekê gihiştiye bêhtir ji 12 hezar tonan

Hewlêr (Rûdaw) - Berhema bacanên sor li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê gihiştiye bêhtir ji 12 hezar tonan.

Fermangeha Berhemên Riwekan li parêzgeha Hesekê ragihand ku, berhema rûberê çandî bi bacanên sor li wê parêzgehê, gihiştiye 12 hezar û 113 ton bacan.

Serokê Fermangehê Berhemên Riwekan li Rêveberiya Çandiniyê ya Hesekê, Celal Bilal got: “Karên berhemanîna bacanên sor heta Îlona bê, berdewam dibin, bi awayekî ku, pêwîstiya werzê Havînê ji welatiyan re peyda bûye.”

Celal Bilal nîşan bi wê yekê jî daye ku, rûberê çandî bi bacanên sor li wê parêzgehê gihiştiye 841 hektar zevî.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji bazara Hesekê nirxê 1 kîlograma bacanên sor 1700 lîreyên Sûrî ye.