Malbatên Arya û Rozgîn: Zarokên me ji bo leşkeriyê hatine birin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, 2 keçên 15 salî ku dotmamên hev in ji bo leşkeriyê hatine birin, malbatên wan bi rêya Rûdawê daxwaza vegerandina keçên xwe dikin, yek ji wan Arya ye, ya din jî Rozgîn e.

Mihemed Xelîl bavê Arya û apê Rozgîn Adil Xelîl ji Rûdawê re got, keça wî Arya bi serdan ji Minbcê ku mala wî li wir e, çûbû mala apê xwe li gundê Qeremzlê yê Kobanî.

Bi gotina Mihemed Xelîl, roja 19ê vê mehê Arya û keça Apê xwe Rozgîn xwestine ji gund biçin Helincê, seytereya Helencê ew girtine û radestî Asayişa Kobanî kirine û ji wê demê ve ne diyar e.

Bavê Arya got: “Me ji bo vegerandina keçên xwe serdana hemû saziyên Rêveberiya Xweser kirine, lê heta niha keçên me nehatine vegerandin.”