Wezareta Pêşmerge îdiayên medyaya PKKê red kir

28-08-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Pêşmerge PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serfermandariya Wezareta Pêşmerge îdiayên medyayên PKKê derbarê wê yekê ku qaşo Hêzên Pêşmerge li çiyayên Amêdî û Zapê ji artêşa Tirkiyê re rê xweş kirine, red kir û got, “ti bingeheke wan îdiayan nîne”. Serfermandariya Pêşmegre herwiha ragihand, “PKK nikare şerê Tirkiyê bike û berdewam navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji hêzên Tirkiyê re vala dike.”

Serfermandariya Wezareta Pêşmerge îro Yekşembê 28ê Tebaxa 2022an derbarê hin îdiayên di medyayên PKKê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ew îdia red kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Medyayên PKKê ji dûr ve wêneyên çend otomobîlên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê belav kirine û îdia dikin ku Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ji hêzên Tirkiyê re rê xweş kirine. Tevî ku em tekez dikin ti bingeheke wê îdiayê tune ye, em herwiha radigihînin ku mafê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ye li ser axa xwe desthilat û erkên xwe cîbicî bike û ax û xelkê Kurdistanê biparêze. Lê pirs ev e, hêzên PKKê bi çi heqekê li ser axa Herêma Kurdistanê ne û destê hêzên Tirkiyê jî li pey xwe radikişînin (nav axa Herêma Kurdistanê)? Çima naçin hundirê Tirkiyê û çima gef û serêşiyan bo xelkê Kurdistanê çê dikin?”

Serfermandariya Pêşmerge herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku Heêrma Kurdistanê statuyeke destûrî û siyasî, û berhema xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye û diyar kiriye, “ji dema Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin, PKK her dem çavkaniya gef û serêşiyan bûye bo xelkê Herêma Kurdistanê û bi neheqî rêgir bûye li ber avedankirina bi sedan gundan.”

Di daxuyaniyê de herwiha amaje bi guhertina navên çiya û navçeyên Kurdistanê ji aliyê PKKê ve kiriye û dibêje, “PKKê rê daye xwe nav û navnîşanên navçe, çiya û dolên Herêma Kurdistanê biguhere û navên seyr û ecêb û nenaskirî bo wan navçeyan deyne.”

Serfermandariya Pêşmerge ya ser bi Wezareta Pêşmerge daye xuyakirin ku ji ber PKKê gelek ji xelkên navçeyên sînorî gundên xwe vala kirine û dest ji mal û milkên xwe berdane. Li ser wê yekê di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, “Di kiryareke nemirovî û dijî jîngehê de çekdarên PKKê li ser rê, dol, kanî û daristanên xwezayî yên Herêma Kurdistanê mîn danîne ku metirsiyeke mezin bo ser xelkên asayî, kasibkar û gundiyan çêkiriye. Her ji ber hebûna neyasayî ya PKKê li ser axa Herêma Kurdistanê, beşeke zêde ya xelkên navçeyên sînorî malk û milkên xwe di cih de hiştine û terikandine.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst