Ji Çînê spasiya bo Hêzên Pêşmerge

28-08-2022
RÛDAW
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Komara Gel a Çînê yê li Iraqê Cui Wei, îro Yekşembê 28ê Tebaxa 2022 li bajarê Hewlêrê. Wêne: KRP
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Komara Gel a Çînê yê li Iraqê Cui Wei, îro Yekşembê 28ê Tebaxa 2022 li bajarê Hewlêrê. Wêne: KRP
Nîşan Kurdistan Çîn Nêçîrvan Barzanî Cui Wei
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Çînê îro li Hewlêrê civiyan û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên du alî kirin. Balyozê Çînê yê li Iraqê herwiha ji ber rola wan di şerê dijî DAIŞê de “spasiya Hêzên Pêşmerge kir”.

Îro Yekşembê 28 Tebaxa 2022, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Gel a Çînê yê li Iraqê Cui Wei û şandeya pê re kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta destbikarbûnê pîrozbahî li Balyozê nû yê Çînê yê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, Herêma Kurdistanê amade ye ji bo serxistina kar û erkên wî piştevaniya balyozê nû yê Çînê bike û herwiha diyar kir, “Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran de têkiliyên xwe bi Çînê re berfirehtir bike.”

Piştî belavbûna pandemiya Covid-19 li cîhanê, Çîn yek ji wan welatan bû ku ji bo rûbirûbûna wê pandemiyê bi rêya dabînkirina alîkariyên pizîşkî alîkariya Herêma Kurdistanê kir. Derbarê vê yekê de “Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Çînê kir ku di dema belavbûna pandemiya Covid-19 de pêwîstiyên pizîşkî pêşkêşî saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Balyozê nû yê Çînê yê li Iraqê, ji ber avedanî û pêşketina Herêma Kurdistanê matmayîna xwe nîşan daye û rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxandiye û tekezî li ser daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.”

Sui Wei destnîşan kir ku Iraq hevbeşekî girîng ê bazirganiyê” ye ligel Çînê, û hêvî kir ku “peywendî û asta hinardekirin û hawirdekirina welatê wî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re zêde bibe.”

Li gor rêkeftina sala 2019an a di navbera Çîn û Iraqê de ya bi navê “petrol li beramber avahîsaziyê”, Çîn li beramber hinardeya 100,000 bermîlên petrola Iraqê di rojekê de bo wî welatî, dê li Iraqê projeyên avahîsaziyê cîbicî bike.  

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di vê hevdîtinê de behsa kar û çalakiyên Balyozxaneya Çînê ya li Bexdayê û konsulxaneya wan a li Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên girîng û hevbeş hatin gotûbêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst