Li Dêrsimê çawişê pispor ê jinek tacîz kir hat desteserkirin

28-08-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Çawişê Pispor Tacîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, çawişêkî pispor ê ku jineke li ser cedayê dimeşiya, bi gotinan tacîz kir û paşê jî gule berdan, hat desteserkirin.

Li Dêrsimê duh bi şev, li ser cadeya Cumhuriyetê, çawişekî pispor ê di nav otomobîla xwe de, jinekê ku di rê de dimeşiya bi gotinan tacîz kir.

Wê jinê piştî ku bi dengeke bilind ji kesên derdorê alîkarî xwest, hejmareke kes derdorê kom bû, nerazîbûn 4 kesên di nav otomobîlê de bûn nîşan dan.

Di vê navberê de çawişê pispor ji nav otomobîlê derket  û demaçeya xwe derxist û 3 gule bêserûber berda derdorê. Ji ber teqekirina bêserûber a çawişê pisporê hevalekî wî ji piyê xwe birîndar bû.

Piştî ku nerazîbûna girseyê ku kom bûye zêde bû, kesê ji lingê xwe birîndar bibû xwe spart Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê, kesê ku gule berda, jî bi wesayîta xwe reviya û cihê bûyerê dûr ket.

Polîsên ku çûn cihê bûyerê 3 qalikên fîşekan hildan, çawişê pispor her du kesên li gel wî jî desteser kirin.

Têkildarî bûyerê parêzgariya Dêrsimê ragihand ku ku derbarê kesên tevlî bûyerê bûne de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. 

Herwiha li gorî agahiyên ku rayedarên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê dane çapemeniyê, 2 çawîşên pispor ji ber lêpirsîna îdarî ya derbarê wan de ji kar hatine dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst