Li Rihayê ji ber erd şer derket: Kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn

28-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ser bi Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber erd di navbera du malbatên pismamên hev de şer derket û di encamê de kesek hat kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li gundê Salûcayê yê navçeya Hewagê, du malbatên pismamên hev, ji bo erdekî ku pêştir nakokî li ser hebû nîqaş kirin û piştre re şer kirin.

Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn û birîndar bo nexweşxaneyên li Hewag û Rihayê hatin veguhestin. Birîndar bi navê Hasan H. tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe jidest da.

Hêzên ewlekariyê li derdorêa nexweşxane û gund tedbîrên ewlekariyê wergirtin.

Hat ragihandin rewşa birîndarên bi navê Adnan H., Muzaffer H., Safiye H. û Mustafa H. yê ku Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hatin veguhestin, baş e û dermankirina wan berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst