Partiya DEVAyê ya Mêrdînê: Bi girseyî dest ji kar kişandin

28-08-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVAyê Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku 3 serokên navçeyan û hin rêveberên Partiya DEVAyê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê bi hev re dest ji kar kişandine.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Serokê navçeya Midyadê Mehmet Beşîr Romioglu, Serokê navçeya Kerboranê Sadik Gunel û Serokê davçeya Şemrexê Zeynel Abîdîn Aydin li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi awayekî girseyî daxwaznameyên dest ji kar kişandina xwe parve kirin û her wiha hin rêveberên Serokatiya Partiya DEVAyê ya Mêrdînê jî dest ji kar kişandine.

Serokê navçeya Partiya DEVAyê ya Midyadê Mehmet Beşîr Romioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got, “Ez, tevî rêveberiya xwe dest ji karê xwe yê Serokatiya navçeyê ya Partiya DEVAyê ya Midyadê ku min di damezrandina wê de cih girtibû, bi rêgezên zêdekirina refaha gelê me, mafên mirovan, azadî, demokrasiya pêşketî dikşînim. Sedema dest ji kar kişandinan ne sedemên tenduristî, aborî û yên wekî wan in. Wê raya giştî bi berfirehî bê agahdarkirin. Ligel rêzên taybet.”

Serokatiya bajêr a Mêrdînê ya Partiya DEVAyê diyar kir hinek kesên ku dest ji kar berdane berê ji partiyê hatibûn dûrxistin û serokên navçeyan jî dema erka wan qediyaye û dê li şûna wan kesên nû bihatana erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst