Rêveberiya Xweser daxwaz dike aliyên garantor çavdêriya ava Elokê bikin

28-08-2022
RÛDAW
Nîşan Wêstgeha Elok Heseke Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Avê li Hesekê daxwazê ji welatên garantor û rêxistinên navdewletî dike ku çavdêriya Wêstgeha Elok bikin ji bo gihandina avê bo bajarê Hesekê û derdorê.

Hevseroka Rêveberiya Avê li Hesekê, Newar Sebrî ragihandiye, “Di mehên havînê de bi sedema rawestana Wêstgeha Elok, zehmetiyên xelkên Hesekê û gundewarê wê zêdetir dibin, ji ber ku ew wêstgeh ser bi bajarê Serê Kaniyê ye ku li jêr destên Tirkiyê û çekdarên alîkarên wê ye.”

Bi gotina Newar Sebrî, vê Havînê 20ê Hezîranê av ji ser Hesekê û gundewarên wê qut bûye û 10ê Tebaxê jî, careke din av hate birrîn.

Wêstgeha Elok bi awayekî giştî rawestiyaye, hevdem Wêstgeha Himê jî Hesekê têra xwesteka welatiyan nake.

Hevseroka Rêveberiya Avê li Hesekê ya ser bi Rêveberiya Xweser, daxwazê ji rêxistinên navdewletî û yên mafên mirovan û aliyên garantor dike ku çavdêriya vê wêstgehê bikin, ji bo ku av bigihêje welatiyên Hesekê û derdorê û rê li ber binpêkariyên Tirkiyê bigirin.

Wêstgeha Elok

Navenda Elok a ava vexwarinê bi 10 kîlometreyan li rojhilata bajarê Serê Kaniyê dikeve, jêderan ava wê 30 bîrên irtiwazî ne, ew proje hat avakirin piştî qirêjbûn û kêmbûna ava çemê Xabûr,di sala 2013yê de.

Wêstgeha Elok 34 bîr û 12 pompan li xwe digire û bi awayê asayî, rojane derdora 70 hezar metre sêgoşe avê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst