Rêveriya Tendirustî ya Erziromê bang li welatiyan kir vaksîn werbigrin

28-08-2021
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Erzirom Gursel Bedir Corona Vaksîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Tendirustya Erziromê yê Bakurê Kurdistanê Gursel Bedir derbarê rewşa dawî y virûsa Coronayê de daxuyaniyek da û got “Piraniya wan kesên ku canên xwe ji dest didin, derziya Coronayê li xwe nedane û di nav nexweşên di beşên çavdêriya hûr de kesên ciwan jî hene.”

Gursel Bedir li ser hesabê xwe Twitterê amaje bi wê yekê daye ku 10 rojên din bi vebûna dibistanan qerebalixiyeke zêdeçê dibe û nivîsiye ”Eger em derziya xwe li xwe bidin û pêbendê tedbîran bin dê jiyan bi awayekî asayî bidome.”

Bedir da zanîn ku li parêzgeha wan niha 72 nexweşên di çavdêriya hûr de, ew in ên derziya Coronayê li xwe nedane û got "Ji van nexweşan 8 jê gelek ciwan in û temenê wan di navbera 20-30ê de ye.”

Rêveberê Tendirustiya Erziromê bang li welatiyan kir ku vaksînê werbigrin û dibêje “Hema bêje hemû ew nexweşên di çavdêriya hûr de, ew kesên an qet derzî li xwe nedane, yan jî derziyên kêm li xwe dane. Di warê canjidestadanê de jî rewş bi vî awayî ye. Ji xeynî nexweşekî me, ku temenê wî 94 sal bû, hemû wan kesên ji ber Coronayê canên xwe ji dest dane derziya Coronayê li xwe nedane. Bêyî ku dereng bimînin, pêwîst e em vaksînê werbigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst