Mesrûr Barzanî: Em dikarin elektîrîka Kerkûk, Mûsil û Tikrîtê dabîn bikin

28-08-2020
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Serokwezîrê Kurdistanê PKK Elektîrîk Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku eger Iraq beşa pêwîst a sûtemeniyê bo wêstgehên elektîrîkê yên Herêma Kurdistanê terxan bike, ew dikarin elektîrîkê ji bo bajarên Kerkûk, Mûsil û Tikrîtê dabîn bikin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel medya Iraq û Erebî behsa dawîn pêşhatên li navçeyê û pirsgirêka elektîrîkê kir.

Herêma Kurdistanê niha xwediya wê şiyanê ye di navbera 6500 bo 7000 mêgawat elektîrîkê berhem bîne, lêbelê ji ber nebûna sûtemenî û pirsgirêka darayî, tenê 3500 mêgawat tê berhemanîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sedema kêm berhemanîna elektîrîkê vedigerîne ser nebûna sûtemeniya pêwîst bo wêstgehan û dibêje, “Lêbelê eger em bigihijin rêkeftinekê li gel hikûmeta federalî, em dikarin bi şêweyekî hevbeş sûd ji şiyanên Herêma Kurdistanê werbigirin û eger hikûmeta federalî beşa pêwîst a sûtemaniyê ji bo wêstgehên elektîrîkê dabîn bike, wê demê ne tenê em dikarin 24 demjimêr elektîrîkê bo Herêma Kurdistanê dabîn bikin, lê em dikarin elektîrîka hejmareke bajarên Iraqê jî dabîn bikin, ji wan jî Kerkûk, Mûsil û Tikrît.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa elektîrîkê kir wek yek ji wan waran ku divê Bexda û Hewlêr hemahengî bikin û sûd bigihîne herdu aliyan û herwiha amaje bi wê jî kir, pirsgirêkên herdu aliyan divê ji aliyê hikûmetên herdu aliyan ve bên çareserkirin, lêbelê di heman demê de ew pêşwazî li welatên din dikin ku hewla lihevnêzîkkirina herdu aliyan didin û ji wan jî Amerîka.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çend roj berê serdana Koşka Spî kir û li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump û beşek ji wezîrên îdareya Trump civîn encam dan.

Di dema serdanê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ew Bexdayê han didin ku rêkeftinekê derbarê budceyê de li gel Herêma Kurdistanê bike.

Pêştir Wezîrê Elektîrîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ragihandibû, wan ew soz bicih kirine ku ji bo başkirina elektîrîkê bi hemwelatiyan dabûn û ji bo werza zivistanê jî plana wan heye elektîrîkeke baş dabîn bikin û gotibû ku ew mehane 500 mêgawat elektîrîkê difiroşin Iraqê ji wan yekeyên berî niha wan ti sûdek jê wernedigirt.

Derbarê alozî û şerê di navbera PKK û Tirkiyê de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî, daxwaz kir hemû welatên cîran ji wan jî Tirkiye pirsgirêkên xwe bi şêweyekê çareser bikin ku karîgerî li ser axa Herêma Kurdistanê nebe û got, “Em dizanin sedema hatina Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê hebûna PKKê ye. Em daxwaz ji PKKê dikin rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bigire… ji ber ku rêzgirtina li desthilata karîger a Herêma Kurdistanê mercê mana hemû wan aliyan e ku li Herêma Kurdistanê mêvan in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst