Partiya Yekîtî: PYDê ofîsa me li Qamişlo girt

28-08-2018
RÛDAW
Nîşan Yekîtî (PYKS) PYD Qamişlo Ofîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ragihand, "PYDê bi zorê" dest daniye ser ofîsa partiya wan a li bajarê Qamişloyê.

 

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, PYDê bi wê yekê tohmetbar dike ku bi zorê dest daniye ser ofîsa partiya wan a li Qamişlo û ev pêngava han weke "kiryareke kirêt" binav kir.

 

Di daxuyaniyekê de Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê radigihandiye, "grûpeke ser bi PYDê ve roja 25ê vê mehê êrîşî ofîsa wan a li taxa Xerbî ya Qamişloyê kiriye û bi serpereştiya kadroyekî PKKê tiştên di nava ofîsê de hatine talankirin."

 

Partiya Yekîtiya Kurd di daxuyaniya xwe de herwiha dibêje, rejîma Sûriyê biryar daye ku dest deyne ser mal û milkê kesên opozisyonê, lewra ew "PYDê bi cîbicîkirina vê biryara rejîma Sûriyê li herêmên Kurdî" tohmetbar dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst