DUHOK – Wê rojê leşkerên Saddam hemû zilamên gund gulebaran kirin

28-08-2018
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Monomenta gundê Kurêmê
Monomenta gundê Kurêmê
Nîşan Komkujî Gundê Kurêmê Duhok Enfal Iraq
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Îro 30 sal bi ser komkujiya gundê Kurêmê ya ser bi parêzgeha Duhokê re derbas bûn. Kesên ji komkujiyê rizgarbûne behsa wê karesatê dikin û dibêjin, bi ti awayî ew nikarin wê rojê ji bîr bikin.

 

Di çarçoveya qonaxên Enfala Behdînanê de, roja 28ê Tebaxa sala 1988ê, 33 hemwelatiyên ji gundê Kurêmê bi destê serbazên rêjîma Beesî hatin guleberankirin. Di nav wan de 5 kesan karîn xwe ji mirinê rizgarbikin, ku hind ji wan heya niha nizanin termên kesûkarên wan çi pê hatine.

 

Ebûbekir Kurêmeyî yek ji wan kesan e, ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûye. Ew dibêje, leşkeran dora gund girtin, jin û zilam ji hev veqetandin û paşî zilam birin gelîyekî û gulebaran kirin. Lê wî û çar kesên din karîn xwe rizgar bikin.

 

Ebûbekir Kurêmeyî dibêje: “Ez ti caran wê rojê ji bîr nakim. Efserê iraqî fermana gulebaranê da û 16 leşkeran bi hev re gule bi ser me de reşandin. Qêrîn kete hemûyan. Gelek ji wan hewar dikir. Min xwe bi qelpa û gevaztinê xwe gihande jêrê.”

 

Niha li gundê Kurême ji bo qurbaniyên kumkojiyê monomentek hatiye çêkirin. Piştî serhildana sala 1991ê, hestî û rufatên qurbaniyan ji gorên komîn hatine derxistin û veguhestine vê goristanê.

 

Ebûbekir Kurêmeyî li ser tirba hevalekî xwe disekine û dibêje: “Ez û ev şehîd em bi hev re mezin bûn, em malbatek bûn. Her cara ku têm ser vê gorê dibêjim qey ez bixwe me têde.”

 

Jinên gundê Kurêmê jî wê rojê ji bir nakin. Roja komkujiyê ew ji hevjîn, kur, bav û birayên xwe hatine cudakirin.

 

Mîran Hesen yek ji wan kesan e, ku şahidiya wê roja tarî kiriye. Bi gotina wî, piştî gulebaranê heta 10 xulekan jî dengê heara zilaman dihate bihîstin.

 

Mîran Hesen diyar dike: “Ji hemûyan nexweştir ew bû, ku hemû zilamên Kurêmê bi hev re gulebaran kirin û yên din jî birin wenda kirin. Xwezî ji xêra Xwedê re hestiyên ew ên wenda jî bidîtana û bixistana gorekî daku xelk bikariya biçe ser gorên ezîzên xwe.”

 

Herwiha Mîran Hesen dide xuyakirin ku heta niha tiyeke wê û bi tevê 2 zarokên xwe wenda ne, ew nizanin ka mirine yan mane.

 

Gundê Kurêmê 50 kîlometreyan dûrê bajarê Duhokê ye û ser bi bajarokê Mangêşkê ye. Di proseya Enfala Behdînanê de artêşa wê demê ya Iraqê biser gund û navçeyan de digirt û xelk destgîr dikir. Lê li gundê Kurêmê, piştî ku zilam hatine girtin, demildest hatine gulebarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst