Şanda HDPê li ser şewata daristanan îro diçin Dêrsimê

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke 11 kesî ya Partiya Demorkatîka Gelan (HDP) dê îro serdana wan herêmên Dêrsimê bike, ku agir bi daristanên wan deran ketiye.

 

Li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê ji du roj ve operasyona hêzên ewehiyê yên Tirkiyê li dijî PKKê dest pê kirine û helîkopterên artêşa Tirkiyê çend deverên Dêrsimê bombebaran kirine.

 

Li gorî zanyariyan, di encama bombebaranê de cardin agir bi daristanên çiyayên Dêrsimê ketiye û heta niha nehatiye vemirandin.

 

Her li ser berdewamiya şewata li daristanên Dêrsimê, HDPê ragihandiye, ku dê çend parlamenterên xwe ji bo şopandin û lidûvçûna rewşê bişîne herêmê. Hatibû ragihandin, ku dê şandeke 11 kesî ya HDPê îro  Sêşemê 28ê Tebaxê biçin Dêrsimê.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HDPê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku cîgirên hevserokên HDPê Alîcan Onlu, Murat Çepnî û Serokê Fraksyona HDPê li parlamentoya Tirkiyê Ayhan Bîlgen, Kargêrê Îdarî yê HDPê Mahmut Tagrul û parlamenterên wê partiyê Erkan Baş, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemir, Mehmet Tiryaki, Dilşat Cambaz û Kemal Bulbul dê roja Sêşemî 28ê Tebaxê serdana wan herêmên Dêrsimê bikin, ku agir li daristanên wan deran ketiye.