Ednan Muftî: Divê Kurd heta nefesa dawiyê ji referandumê poşman nebin

28-08-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan YNK Ednan Muftî Referandum Serxwebûn Kurd Kurdistan Poşman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî ragihand, ku referandum û serxwebûn ne girêdayî yek partiyê bi tenê ne û da xuyakirin, ku divê Kurd heta nefesa xwe ya dawiyê jî ji biryara referanduma serxwebûnê poşman nebin.

 

Ednan Muftî di konfranseke rojnamevaniyê de li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê da xuyakirin, tevahiya aliyên Başûrê Kurdistanê li ser serxwebûnê yek deng in lê hinek alî li ser dema birêveçûna referandumê têbînî hene û nêrîneke cuda ya wan aliyan heye.

 

Wî berpirsê YNKê diyar kir, ku ti partî û aliyekê siyasî yê Kurdistanê dijatiya referanduma serxwebûnê nekiriye.

 

Ednan Muftî got:

 

“Mijara Referandumê ne mijara partiyekê bi tenê ye, ne mijara netewa Kurd bi tenê ye jî, ya me hemûyan e û em hemû jî piştgiriyê lê dikin. Ez ti partiyekê li Kurdistanê nabînim, ku bêje xwe niştimanperwer û xebat kiribe û qurbanî dabe, referandumê pesend neke û piştgiriyê lê neke, belku bi ya xwe dizanin. Her partiyek ku  mirov temaşeyê bernameya wan bike, ti aliyek nîne, ku behsa diyarkirina mafê çarenivîsê nekiribe, wate serxwebûn û dewleta Kurdî.”

 

Muftî amaje bi qurbaniyên gelê Kurd ji bo rizgarî û azadiyê kir û diyar kir: “Ez di vê baweriyê de nînim, ku eger ew hemû xebata dûr û dirêj, ew hemû qurbanî û bi dehan hezar şehîd û enfal û kîmyabaran bo serxwebûnê nebe, eger ji bo serxwebûnê nebe, ji bo çî ye. “

 

Muftî destnîşan kir, ku pêwîst e ev xewna kurdan pêk bihê û tekez kir, ku nabe Kurd heta nefesa dawiyê jî ji biryara referandumê poşman bibin.

 

Muftî wiha got: “Divê ev hêvî û xewn were bicihanîn û divê em bi xwe hewl bidin û heta nefesa dawî jî em poşman nebin û sar nebin û hewl bidin, ku hemû alî piştgiriya referandumê bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst