REWŞA DAWÎ – Kurd ji 'korîdorê' bêhêvî ne!

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarên Kurd dibêjin gellekî zehmet e Kurd bi rêya “korîdora Rojavayê Kurdistanê” xwe bigihînin Derya Spî.

 

Siyasetmedar Dr. Mahmûd Osman ji Rûdawê re ragihand gellekî zehmet e ku Kurd bi ser korîdora Rojavayê Kurdistanê ve serde deryayê bibin.

 

Mahmûd Osman wiha got: “Tirkiye naxwaze Kurd derbasî rojavayê Çemê Firatê bibin. Amerîkayê jî ev yek pesend kiriye. Tirkiye li dijî korîdorê ye.”

 

Osman diyar kir ku li herêmê guhertin di rê de ne û got, divê Kurd ji ber berjewendiyan, peywendiyên xwe bi Tirkiye û Îranê re xirab neke.

 

Herwiha Osman anî ziman: “Îranê dikare di navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke erênî bilîze. Bixwaze dikare di vê mijarê de bibe alîkar. Lê dê vê yekê bike yan jî dê çi qasî bike em nizanin.”

 

Siyasetmedarê Kurd Aso Elî jî amaje kir ku di vê rewşê de projeya korîdora Rojavayê Kurdistanê nemimkûn e û wiha got: “Ez bawer nakim ev mijar di serdana Serok Barzanî ya bo Îranê de were rojevê.”

 

Aso Elî derbarê serdanên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Ewropayê û mijara referandumê de jî wiha got:

 

“Divê ji bo serxwebûnê di hundir de amadekarî bêne kirin. Heger pirsgirêkên darayî û siyasî bihatan çareserkirin û piştre Barzanî serdana Tirkiye û Ewropayê bikira encam dê baştirba.”

 

Şêwirmendê Barzanî: Serdana Enqerê girîng bû

 

Şêwirmendê Mesûd Barzanî yê bi navê Mihemed Hecî jî diyar kir ku di mijarên sereke yên serdana welatên Ewropa rewşa dawî ya li herêmê û referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.


Mihemed Hecî anî ziman ew nizane Barzanî dê serdana kîjan welatan bike û wiha pê de çû:


“Serdana Tirkiyê girîng bû. Tirkiye ji bo Kurdan deriyê Ewropayê ye. Divê em peywendiyên xwe bi Tirkiyê re baş bihêlin.”

 

Barzanî: Guhertinek mezin di rê de ye!

 

Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinên Enqerê de mijarên tekoşîna li dijî DAIŞê, pêvajoya aştiyê û dibistanên Gûlen, hatine gotûbêjkirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqerê derbarê naveroka hevdîtinên xwe yên ligel rayadarên Tirkiyê de ragihandibû mijara tekoşîna li dijî DAIŞê, rojeva sereke bû û herdu aliyan li ser tekoşîna li dijî vê rêxistinê bi rêkeftine.

 

Barzanî gotibû “Ji ber ku li herêmê guhertinek mezin di rê de ye. Ji ber vê jî pêwîstî bi hemahengî û nêzîkbûnek zêdetir heye.”

 

Washington: Kurdan soz da!

 

Berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibûn Yekîneyên Parastina Gel soz dane wan dema ku bajarê Minbicê rizgar bikin dîsa ji rojavayê Çemê Firaê vekişin.


Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl jî ragihandibû, ku ew tenê dê bi biryara Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji rojavayê Çemê Firatê paş ve vekişin.

 

Rêdûr Xelîl wiha gotibû: “Em weke YPGê , tenê dê li ser daxwaza Hêzên Sûriya Demokratîk ya ku Amerîka piştevaniya wê dike, ji aliyê rojavayê Çemê Firatê paşve vekişin.”

 

24ê Tebaxê pêlî bişkokê kirin

 

Artêşa Tirkiyê ji roja 24ê Tebaxê ve dest bi operasyonekê bi navê Mertala Firatê kiriye û leşkerên Tirkiyê derbasî nav axa Sûriyê bûne û bajarê Cerablusê kontrol kirine.


Di 24ê Tebaxê de, bi piştgiriya hêzên Tirkiyê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ketin nav Cerablusê.


Piştî operasyona Tirkiyê ya bi navê Mertala Firatê, sînorê Sûriye û Tirkiyeyê ji Cerablusê heta Ezazê kete destê hêzên dijbereya Sûriyê.

 

Ji YPGê pêşketin

 

Hêzên YPGê di navbera 24 û 25ê Tebaxê de derbasê bakurê bajarê Minbicê bibû û ber bi başûrê Cerablûsê ve pêş ketibû.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk 12ê Tebaxê navçeya Minbicê ji DAIŞê paqij kiribûn.

 

Gelo alîkariya çek û sîxurî hatiye qutkirin?

Navenda nûçeyan - Li gorî agahiyên malpera Debka ya ku bi nêzîkiya xwe ya îstixbarata Îsraîlê tê naskirin, Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Bide fermana daye ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji rojvayê Çemê Firatê vekşin.


Hatibû îdiakirin ku piştî vê yekê Generalê amerîkî  Steohen Townsend yê ku hêzên li Sûriye û Iraqê perwerde dike jî ferman da leşkerên xwe da ku dev ji perwerdehî û alîkariya şervanên YPGê berdin û vekşin baregehên xwe.