FLAŞ - 4 helîkopterên nenas agir bi ser çiyayên Kurdistanê de dibarînin!

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî zanyariyan, li navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê 4 heîlopteran agir bi ser deşta Axceler û çiyayên derdorê barandine û ji ber wê yekê jî agirek mezin li herêmê çê bûye.

 

Qayimeqamê navçeya Çemçemalê Amanc Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Îşev hejmarek helîkopter bi ser deşta bajarokê Axceler ê ser bi navçeya Çemçemalê de firrîne û agir bi ser dest û çiyayên derdora gundê Gerav barandine û di encamê de agirek mezin derketiye.”

 

Amanc Mihemed got: “Ji ber agirberbûnê, pûş û giyayên li dest û çiya û herwiha bostanên xelkê deverê şewîtine û zirarek mezin çê bûye.”

 

Amanc Mihemed herwiha da xuyakirin: “Ez bi Rêvebirê Bajarokê Axceler re axivîm, wî jî bûyer piştrast kir û got, ku agir berbûye deverê, lê belê zanyarî nebû ku ew yek ji aliyê kê ve hatiye encamdan.”

 

Qayimeqamê Çemçemalê destnîşan kir: “Wiha diyar e, ew helîkopter nenas bin. Ev cara sêyem e ku bûyerek wisa li sînorê me rû dide, lê belê mixabin her du aliyên Wezareta Pêşmerge û Hêzên Asayişa Navxwe yên ser bi Wezareta Navxwe ku aliyên pêwednîdar in, heta niha jî ti helwestek nîşan nedane û dest li ser destan sekinîne.”


Navçeya Çemçemal girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye.