Mela Baxtiyar: Ebadî got referandum mafê Kurdan e!

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar ragihand, di serdana şanda YNKê bo Bexdayê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, referendum mafê Kurdan e.

 

Berpirsê Desteya Kargêrîya Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar îro li bajarê Silêmaniyê konfransek rojnamevanî saz kir û tê de derbarê serdana şanda YNKê bo Bexdayê de zanyarî dan.

 

Mela Bextiyar ragihand, Serdana şanda YNKê bo Bexdayê giring bû û bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bû, ji ber wê yekê jî ew serdan pêk hat. Mela Bextiyar got, ew şand ne bo YNKê belku bo çareserkirina arîşeyên bûdceya Kurdistanê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê serdana Bexadyê kir.

 

Mela Bextiyar amaje bi referanduma bo serxwebûna Kurdistanê kir û got: “Pêkanîna referandumê karekî asayî ye û nayê wê wateyê ku em dê dewletê rabigihînin.”

 

Li ser helwesta Bexadyê derheqê referandumê jî, Mela Bextiyar da xuyakirin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji me re got, ku referendum mafê we (Kurd) ye û pêwîst nake ku hûn ji medyayan ve gefan bixwin.

 

Wî berpirsê YNKê di axavtinên xwe de behsa hevdîtinên xwe yên bi berpirsên Iraqî û aliyên siyasî yên iraqî re kir û destnîşan kir, ku wan bi aliyên siyasî û herwiha berpirsên Hikûmeta Iraqê re behsa siyasetên herêmî kiriye.

 

Mela Bextiyar da zanîn, ku wan weke şanda YNKê ji rayedarên Iraqê re gotiye, ku nabe Iraq di siyasetên herêmî û guhertinên herêmî de li dijî Kurdan raweste.

 

Mela Baxtiyar ew yek jî aşkere kir, ku wan bi çend balyoz û dîplomatkarên welatên biyanî re jî hevdîtin pêk anîne û di wan hevdîtinan de derbarê çêbûna eniyeke dijî Kurd li herêmê axivîne.

 

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê tekez kir, ku bo çareserkirina pirsgirêkên destûrî, siyasî û aborî, pêwîst e Kurd vegerin Bexdayê. Mela Bextiyar got: “Pêwîst e em armancên xwe ji Bexdayê ve rabigihînin.”

 

Derbarê nêrîn û helwesta Iraqê derheqê arîşeyên li gel Kurdistanê de jî Mela Bextiyar di berdewamiya axavtinên xwe de ragihand, ku wan ji rayedarên Iraqê re gotiye, ku pêwîst e arîşeyê bûdce û mûçe yên Herêma Kurdistanê werin çareserkirin û herwiha Hêzên Pêşmerge jî her weke Artêşa Iraqê mûçeyên xwe werbigirin.

 

Li ser nakokiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê dosyaya petrolê de jî, Mela Bexiyar destnîşan kir, ku Bexda amade ye derbarê dosyaya petrolê de bi Herêma Kurdistanê re dest bi gotûbêjan bike.

 

Berpirsê YNKyî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Kurd pêkve û bi projeyekê biçin Bexdayê û dest bi gotûbêjan bikin.

 

Mela Bextiyar di vê konfransa rojnamevanî de behsa rêkevtina navbera YNKê û Tevgera Gorranê jî kir û da xuyakirin, ku ew wek YNK pabendî wê rêkevtinê ne û dê li ser asta parêzgeha Helebçe jî cîbicî bikin.

 

Mela Bextiyar tekez kir, ku di çend rojên dahatî de, dê Polîtboruya YNKê bicive, da ku acendayeke nû bo têkiliyên bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re diyar bike.