DÊRSÎM- Di navbera PKKê û polîsan de şer: Kuştî û birîndar hene

28-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Navçeya Qisleyê ya Dêrsîmê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlehiya Tirkiyeyê de pevçûn derket û di encamê de 2 gerîlayan PKKê şehîd ketin û polîsekê Tirikyeyê jiyana xwe ji dest da.

 

Li gorî agahiyan vê êvarê gerîlayên PKKê bi 2 otomobilan nêzîkî avahiya Fermandariya Ewlehiya Qisleyê bûn û piştre bi roketan êrişî avahiyê kirin.

 

Hat gotin piştî êrişî di hundirê avahiyê de agir derket û herwiha di navbera gerîlayên PKKê û hêzên taybet ên tevgeriya Tirkiyeyê de pevçûn derket.

 

Di encama pevçûnê de parêzvanekê taybet ê qeymeqam û 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan û 3 polîs jî birîndar bûn.

 

Artêşa Tirkiyeyê ji bo operasyonan helikopterên ji cureya skorksy û kobra veguhestin herêma bûyerê.

 

Herwiha hêzên ewlehiya Tirkiyeyê rêya çûnûhatina navçeyê girtine û xelkê navçeyê jî xwe kirine malên xwe de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst